Weqfa Nêrgiz Mihemedî ji bo girtiyên li Îranê banga lezgîn kir

Weqfa Nêrgiz Mihemedî ragihand ku girtiyên li girtîhenên Îranê di bin metirsiyê de ne û darvekirin bi dizî têne kirin û ji bo pêşîlêgirtina van binpêkirin û sûcên mirovî banga lezgîn li Netweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî hate kirin.

Weqfa Nêrgiz Mihemedî a girtiya siyasî û çalakvana mafên mirovan îro derbarê rewşa girtiyên di girtîgehên Îranê de daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye;

“Şerê di navbera Îran, Îsraîl û DYE’yê de, ji zarokan bigire heta girtiyan li ser sivîlan bûye gel û metirsiyeke mezin. Bombebaranên li nêzî Girtîgehên Evîn û Zencanê jî bûne sedema fikarên kûr. Ji ber ku van êrişên leşkerî jiyana bi hezaran girtiyan xistiye metirsiyê.

Rejîma Îranê bi berdewamî şer bikar aniye da ku tundûtijiya li dijî girtiyên siyasî zêde bike. Îro jî, nebûna şefafiyetê di pergala girtîgehan de hîn jî gefek xeternake. Girtîgeh hilweşiyaye û gardiyanan derî girtine, gihiştina pêdiviyên bingehîn hatiye astengkirin.

Girtiyên li Girtîgeha Qezihesarî ya Kerec û girtîgehên Lakanî Reşt bi kêmbûna xwarinê, girtina embar û xizmetên bijîşkî re rûbirû ne. Her wiha fikar li ser astengkirina înternetê û bi dizî bicîhanîna cezayê darvekirinê hene.

Ji bo girtiyan bangeke lezgîn li Netewên Yekbûyî, Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor û Bijîşkên Bêsînor dikin û daxwaza bicîhanîna demildest ya protokolên ewlehiyê dikin.”